Güncel Başlıklar :
kürt etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
kürt etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

Anlaşılmayan insan yoktur. Eğer bir insanın anlaşılmadığını iddia ediyorsan, onun zekası senin algı yeteneğine karşı sürekli çalım atıyor demektir. Ozan Deniz Sarıtop

Adsız 24 Ağustos 2015 Pazartesi 21:08

24 Ağustos 2015 Pazartesi



Anlaşılmayan insan yoktur. Eğer bir insanın anlaşılmadığını iddia ediyorsan,  onun zekası senin  algı yeteneğine karşı sürekli  çalım atıyor demektir. Ozan Deniz Sarıtop
yorum | | Devamı...

Sîle - Abdulla Peşew

Adsız 11 Nisan 2015 Cumartesi 17:06

11 Nisan 2015 Cumartesi



Sîle

-Hûn roj divên?
Roj di sînga aso da ye
Herin bi xençerekê qet kin
Roj bînin der.
-Hûn şiklê xwe yê winda divên?
Şiklê we
Xelîfekî kir kerpîçê bingeha yekem mizgeftê
Herin mizgeftê bihilşînin.

-Hûn çi divên,azadiya xwe?
Azadiya we hezar sal e
Keçik e û li gel we radize
Le kanî, kanî mêraniya we!
Ji pirtûka “Veger“ hatiye girtin

Abdulla Peşew
yorum | | Devamı...

Vê sibehê, li te digeriyam - Ehmedê Huseynî

Adsız 17 Şubat 2015 Salı 16:27

17 Şubat 2015 Salı



 Vê sibehê, li te digeriyam

1
Vê sibehê,
li te digeriyam,
li şûnşopa nalîna te,
li karwanê bîranînên te,
li genimê sirûda te ya ji bendemanê,
li kevirên aramkêşana te,
li keskê goristana te, li rojçêbûn û rojmirina te,
li rawestana te ya li bin baranê, li binefşa lêvên te,
li reşgirêdana darên sînga te, li penagehên bîra te,
li dastanên birîna zemîna te,
li kulîlkên reş ên hinarkên şevistana te digeriyam!
Tu bi karwanan re di ser laşê min re dibuhurî
û ez jî li pey te digiriyam!
2
Vê sibehê: ji bo Afat!
Dema li bargehên bêrîkirinê dilê xwe dikim bi qurbana hêviyan û toza bajaran ji ser bijankên xwe vediweşînim,
tenhatî perên xwe vedigire û bi hezaran darbestan ji xewnên min direvîne.. Dema ku ewrên zaroktiya me bi ser bajaran de digirîn, tenhatî li pêşberî me rûdine û li dojehên çavên me dinêre. Dema ku tenhatî li ser keviya zimanê me bi tenê dimîne, sibehên me ji me dixeyidin û xwe davêjin bextê esmanekî şîn!
3
Derengî şevê ye,
derengî jehr û derengî bîranînên kevirên keleh û bîrê ye!
Li Deriyê Çiyê dinêrim û bavê xwe bi destên xwe yên ji tûtinê dixeniqînim.
li velerzîna diya xwe û li çîrokên kuştina xwe vedigerim û eniya dîrokê ya ji bobelatan radestî sêdar û mêrxasên Pîranê dikim. Ji Amedê derdikevim û di Amedê de werdibim û ...Şêxekî ji tozê di hembêza xwe de radizînim! De lorî Şêxê mino lorî!!!
4
Vê sibehê, min di sîtava Deriyê Çiyê de, bi sedan bejnên bilind ên ji sirûdên nîvçe, gulebarankirî didîtin. Sazbendan serên xwe diçemandin û dastanbêjan jî dengên xwe bi kêrên nehwirînê dikuştin. Bazekî birîndar esmanê Amedê bi ser birîna xwe de dirûxand û ji mirina xweşmêran re digot: roj baş ey mirin! Li Deriyê Çiyê,... baranê, ji bilî kirasê dayika min, tu tişt nas nedikirin.

Ehmedê Huseynî

yorum | | Devamı...

Çavên Te - Atilla Barişer

Adsız 7 Şubat 2015 Cumartesi 09:32

7 Şubat 2015 Cumartesi



Çavên Te

Çûyînên dûrin çavên te.
Li bendê mayînên bi hisretî.
Sermaya Serhedê, berfa belek
Qulingên Behra Wanê, keştî, kelek

Egalên fîrar, cerdên siwaran
Hespên kumêt, sozên mêran
Heval û hogir, bav û bira
Dîwana mîra

Simêlên mehkuman, bêrî
Sûka Amedê, guhara heyderî
Êvara xwedê, gundên şewitî
Şeva xalî û bêdeng
Rêyên girtî, xaniyê bê derî

Nazik, nazdar, şirîn û rihan
Êşa zirav, birîna kûr, derba giran
Ûrtê qeliyayî, bextê romê, xeyala xam
Hêvî, azadî, jîyan…

Tu bi ku de diçî, ji ku derê tê?

Çûyînên dûrin çavên te
Çavên te binê xetê
Bi biryarim
Ezê di bûka çavên te de ava bikim vî welatî.

Atilla Barişer

yorum | | Devamı...

Zaroktiya Min - Atilla Barişer

Adsız 28 Ocak 2015 Çarşamba 13:20

28 Ocak 2015 Çarşamba



Zaroktiya Min

Zaroktiya min kenekî nîvco bû
Di devê dergûşekî da
Li Helepçê, di paşila bavê xwe da.

Daxwaziyek pûç bû
di nav lêvên keçek cîwan da,
li tenişta Bazîdê
li tirba Xanî Baba.

Reqereqa keleşkofan bû zaroktiya min
ku ber êvaran destpê dikir
destê siban bi xwîna sor xalî dibûn
li çiya yên Qertewînê, li Tendûrekê
û li deşta Mûşê.

Zivistanên Serhedê bû zaroktiya min
rêyên zirav bû, wek maran bifitil
di nav du mêtro berfê da
hêstrê li dûyê bavan dirijiya qeşa digirt.
û gura xwîn dimîst.


Şevên dirêj bûn zaroktiya min.
di binê tendûran da, nigên zarokan,
bi çîrokên mîrza mihemed germ dibû.
xeyalên me di Çemê Miradê da dihat şûştin.


Li zozana konên reş bû zaroktiya min
biharan gul dida, payîzan diçilmisîn.
ku fîrar bi çargavên hespên reş
di tariya şevêda winda dibûn
qumando di avêt ser gundan
û heta sibê
agir dibarî ji asîmanan.

Xîzanî bû zaroktiya min
di evên re da li asîmanên zelal
stêrk dişemitîn, di ser nezaniya me ra.
Pûrteqaleki zer,
dilê me dikir zeviya kulîlkan.
bi me ra hevaltî dikir sê ro sê şev.

Diziya bostana bû zaroktî ya min.
Nigên piçûk bi gavên mezin
Rêya rojekî diçûn ji bo xiyarek.
Destên piçûk di ser sûra ra
Diqetand stûyê gulbaxana
Du hinarikên piçûk jî ji singê keçikan.


Nêçîra perperoka bû zaroktiya min
Perperokên spî, sor, zer
Bayên sivik li devlingên rizî dialiya
Em ser devkî li erdê di ketin.
Çogên piçûk diherijîn.
Ku çavên reş tijî hêstir dibûn,
Perperok bi me dikeniyan.


Birçîbûn bû zaroktiya min
Di dijminatiyê da li gundekî xerîb,
Dilekî piçûk, ji pêşa diya xwe dûr
diket pişta deriya
her şev bêdeng digiriya.
siya wî
Ji ber tendûrekî nanek didizî.
Û du siyên piçûk
Germahiya nan parî dikirin.
di germa havînê da,

Bêbavî bû zaroktiya min.
Li hepisxana Mûşê,
Di bin siya qardiyana da
Me hesretî dikuşt bi hevdû ra.
Bi simêla hişk ramûsanek dida min
Ramûsanekî hişk,
Ji bîna titûnê.
Dema destê min dixist nav destê xwe
hesinên sar winda dibûn
Disekinî zeman û...
Zindan dibû zozan.

Atilla Barişer
yorum | | Devamı...

Güz Takvimi

Ayaklarına sürgün yol büyüten
Issızlıklardan gelen bir garip adem'im ben
Kendi içinde kendini arayan.
Herkesin "bizden değildir" diye ufaladığı
Meçhul bir adem.

Uzun uzun bir hikayedir;
Zulüm, kan, gözyaşı
Gecenin kederinde pimi çekilmiş zifiri
Bu çığırtkan sessizlik
Bu yeraltı uykusu...

Uzun uzun bir hikayedir;
Göğsümde çiğnenen bu kalp ağrısı...

Bir yalnız bırakılmayım
Aklımın sınırlara bölüşülmüş coğrafyasında.
Kendime yeni bir ülke düşünüyorum
Umut düşü maviliklerinde...


İletişim;

Ad

E-posta *

Mesaj *

 

Copyright © 2015 Kürt Yazarlar