Güncel Başlıklar :
kürd yazarlar etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
kürd yazarlar etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

Anlaşılmayan insan yoktur. Eğer bir insanın anlaşılmadığını iddia ediyorsan, onun zekası senin algı yeteneğine karşı sürekli çalım atıyor demektir. Ozan Deniz Sarıtop

Adsız 24 Ağustos 2015 Pazartesi 21:08

24 Ağustos 2015 Pazartesi



Anlaşılmayan insan yoktur. Eğer bir insanın anlaşılmadığını iddia ediyorsan,  onun zekası senin  algı yeteneğine karşı sürekli  çalım atıyor demektir. Ozan Deniz Sarıtop
yorum | | Devamı...

Hilbijartin - Gulîzer

Adsız 13 Mayıs 2015 Çarşamba 09:33

13 Mayıs 2015 Çarşamba



Hilbijartin

Rê tim du alî ye
Du rû ye.
Tu rû bidî kîjan alî
Bi kuştina ya din e.

Gulîzer
yorum | | Devamı...

Kîme ez? - Cigerxwin

Adsız 7 Şubat 2015 Cumartesi 18:32

7 Şubat 2015 Cumartesi



 Kîme ez?

Kurdê Kurdistan
Tev şoreş û volqan
Tev dînamêt im
Agir û pet im
Sor im wek etûn
Agir giha qepsûn
Gava biteqim
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kîme ez?

Ez im rojhilat
Tev birc û kelat
Tev bajar û gund
Tev zinar û lat
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar
Xurt û koledar
Ji rom, ji fireng
Di rojên pir teng
Bi kuştin û ceng
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîme ez?

Rojhilatê nêzik
Rojhilatê navî
Ev bajar û gund
Ev bej û avî
Ket bin destê min
Pî da ser dijmin
Min bi ceng û şer
Zanîn û hiner
Pişta wî şikand
Serî lê gerand
Ez bûm padîşah
Xurt û serbilînd
Ket destê min ta sînorê Hind
Kîme ez?

Kurdê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê aştîxwaz
Ez xweş mirov im
Ne hirç û hov im
Lê çibkim bê şer
Dijmin naçî der
Bav û kalê min
Dijîn tev serbest
Naxwazim bijîm
Te ebed bindest
Kîme ez?

Divê ez derxim
Dijminê xwînxar
Þahê efyûnkêş
Jontirkê dijwar
Serbest bijîm ez
Wek hevçaxê xwe
Dilxweş bixwum ez
Rez û baxê xwe
Çekan hilgirim derkevim meydan
Rêçek nû çêkim ji boyî însan
Kîme ez?

Ez im ê şikand leşkerê Rêşar
Min bi xwîna xwe parastî ev war
Di sînga dijmin de ez bûme kelem
Xwe dan ber siya min Turk û Ecem
Li ser serê min
Sinbil û kulah
Serê hespê min
Digirt Padîşah
Ez im ew gernas
Ew Selahidîn
Bi pirs ji dimyat
Bi pirs ji Hetîn
Kîme ez?

Ez im Erdeşîr
Ew Noşîrewan
Kesrayê mezin
Bi tac û eywan
Dostê kevnare
Ko bûne dijmin
Serî ditewandin
Ber agirê min
Ez im ew qelaş xurt û pehlewan
Xerac min distan ji Hind û Yewnan
Kîme ez?

Ez im gernas ez im ev mêrxas
Belê ez im Kurd
Îro ez mame
Bindest û zigurd!
Ew tac û eywan
Tev çûn û rizîn
Dijmin nav û deng
Tev ji min dizîn
Xistin laşê min mîkrobên teres
Ta bûm perîşan, bê nav û nekes
Kîme ez?

Ez im ew kurdê serhişk û hesin
Îro jî dijmin ji min ditirsin
Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr
Biteqim ji bin
Dîsa wek mêra
Bikevim çîya
Naxwazim bimrim
Dixwazim bigrim
Kurdistana xwe
Axa mîdîya
Kîme ez?

Kawey hesinker bav û kalê min
Perçiqand serê Zehakê dijmin
Ji gerdana kurd
Wî şikand zencîr
Serê me parast
Ji birîn û şûr
Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz
Goya dibêjin: - Ew roj e nûroz
Zivistan diçî
Ew rojên ne xweş
Parêz dibî kurd
Ji dêwê zergeş
Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan
Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan
Kîme ez?

Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz
Divê bistênim
Wilo nemênim
Bigrim tol û doz
Fermandar bim ez
Li ser Kurdistan
Bo min bimênin
Ev bax û bustan
Ev şax û ev deşt
Rez û şînahî
Bigrim destê xwe
Dil xoş û şahî
Zana û xwenda
Dezgevanên xurt
Vî warî bigrin
Bikin ronahî
Kîme ez? .

Ez im Kardox, Xaldêwê kevnar
Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar
Ez im ew Lolo
Kardok - û Kudî
Ez im Mad û Goş
Horî û Gudî
Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor
Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor
Çend hezar sal in
Kurdistana min
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin
Kîme ez? Iro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
Bûne Olperest
Bi tizbî û xişt
Ta dijmin şikand
Li me ser û pişt
Me dan bin lingan dewlet û hebûn
Bûn dijminê hev perçe, perçe bûn
Ta ku Kurdistan
Ta ku Kurdistan
Jar û perîşan
Kete bin destan
Kîme ez?

Ez im ev milet ez im ejdeha
Ji xewa dîlî şîyar bûm niha
Dixwazim wek mêr
Dixwazim wek şêr
Serê xwe hildim
Çi ser bilind im
Bi cîhan carek
Ez bidim zanîn
Rêçika Markîs
Rêçika Lenîn
Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem
Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem
Bejin bilind im
Wek Dêw bilind im
Ez dest dirêj im
Serbest dibêjim
Dixwazim bi lez
Gavan bavêjim
Kîme ez?

Ne xwînxwar im ez, haştî xwaz im ez
Serdarê me ye gernas û nebez
Em şer naxvvazin
Divên wekhevî
Em paşve naçin
Dijmin direvî
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan bimrî koledar
Kîme ez?

Cigerxwin
yorum | | Devamı...

Bibêm ku - Cahit Sıtkı Tarancı



Bibêm ku

Bibêm ku ji wextan êvareke nîsanê ye
Ji te difûre bayê herî hênik
Di te de temaşe dikim behra herî şîn
Di te de digerim daristana herî talde
Min ji te çirpand kulîlka qet naçilmise
Min di te de ajot zeviyên herî bi bereket
Min ji te tahm kir fêkiyên çar demsalan

Bibêm ku ji bo min tu
Qasî hewayê lazim
Qasî nan pîroz
Tişteke wek avê ezîz î
Ji nîmetê yî, ji nimetê yî!

Bawer ke evîndara min bawer ke
Bihara baxçeyê min, şahiya mala min tu yî
Û tu yî di sifreya min de şeraba herî kevn
Bihêle ez bibêjim xweşikbûna te
Bi ba, çem û çivîkan re
Ji rojan rojekê
Eger tu dengê min nebihîzî
Di nav dengên ba, çem û çivîkan de
Bizanibe ku ez mirime
Lê dîsa jî li ber nekeve, frîqet be
Ez ê di gorê de, bi kêzikan bidim jiberkirinê xweşikbûna te
Û paşê
Gava carek din, te dengê min bihîst di bin quba şîn de
Bi bîr bîne ku roja mehşerê ye
Bi naverastê ketime li te digerim.

Cahit Sıtkı Tarancı

yorum | | Devamı...

Güz Takvimi

Ayaklarına sürgün yol büyüten
Issızlıklardan gelen bir garip adem'im ben
Kendi içinde kendini arayan.
Herkesin "bizden değildir" diye ufaladığı
Meçhul bir adem.

Uzun uzun bir hikayedir;
Zulüm, kan, gözyaşı
Gecenin kederinde pimi çekilmiş zifiri
Bu çığırtkan sessizlik
Bu yeraltı uykusu...

Uzun uzun bir hikayedir;
Göğsümde çiğnenen bu kalp ağrısı...

Bir yalnız bırakılmayım
Aklımın sınırlara bölüşülmüş coğrafyasında.
Kendime yeni bir ülke düşünüyorum
Umut düşü maviliklerinde...


İletişim;

Ad

E-posta *

Mesaj *

 

Copyright © 2015 Kürt Yazarlar