Güncel Başlıklar :
gulizer şiirleri etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
gulizer şiirleri etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

Xişrên bûkê - Gulîzer

Adsız 15 Mayıs 2015 Cuma 15:56

15 Mayıs 2015 Cuma



Xişrên bûkê

Serê sibê
Hîn roj bi çavên xwe yên nepişî
Bi hesreta xewê li dora xwe dinêre
Buka malê xişrên xwe yên giranbuha dijmêre

1- Destê delalîkê wê li navê bûye kembereke zêr
2- Û şopên maçan bûne qordona Helebê ya du mîtroyî li gerdena wê

Gulîzer

yorum | | Devamı...

Xet - Gulîzer



Xet

Ha li ser xeta dilê te
Nebû li ser xetê
Di nav têldiriyan de.

Gulîzer

yorum | | Devamı...

Were - Gulîzer



Were

Jiyan wek xuşexuşa çemekî lewitî ye
Kî bê qilêr jê filitiye
Ka de were
Em gunehên xwe bi hev bişon

Evîn wek bêdengiya qesreke şewitî ye
Kî bê birîn ji vê xewnê filitiye
Ka de were
Em birînên xwe bi hev bişon

Gul wek sêwiya li ber çeman hîna jî tî ye
Kî bê çilmisandin ji bendemayinê filitiye
Ka de were
Em ê bêriyên xwe bi hev bişon

Gulîzer

yorum | | Devamı...

Pîrik - Gulîzer



Pîrik

Ditirsim
Rojek were ku
Roj di malzaroka ezman de xwe ji bîr bike
Û ez te nebînim

Her şev
Ezman bûkeke zikliberdev e
Xwe didim benda wê bukê
Guliyên qîzan vediçirînim li ser birûyên wê
Nod û neh qêrînên wê bi navê te hiltînim
Lingên wê tên ber wê
Navika wê bi helbestan jê dikim
Rûyê bixwîn dişom
Û xeberê didim dîkê gundê me
Ji bo bang bide

Mala Xwedê ava
Ezman ji hev xelas bû
Wê îro jî çavên me bi hev bikeve

Gulîzer

yorum | | Devamı...

Güz Takvimi

Ayaklarına sürgün yol büyüten
Issızlıklardan gelen bir garip adem'im ben
Kendi içinde kendini arayan.
Herkesin "bizden değildir" diye ufaladığı
Meçhul bir adem.

Uzun uzun bir hikayedir;
Zulüm, kan, gözyaşı
Gecenin kederinde pimi çekilmiş zifiri
Bu çığırtkan sessizlik
Bu yeraltı uykusu...

Uzun uzun bir hikayedir;
Göğsümde çiğnenen bu kalp ağrısı...

Bir yalnız bırakılmayım
Aklımın sınırlara bölüşülmüş coğrafyasında.
Kendime yeni bir ülke düşünüyorum
Umut düşü maviliklerinde...


İletişim;

Ad

E-posta *

Mesaj *

 

Copyright © 2015 Kürt Yazarlar