Güncel Başlıklar :
gulîzer helbest etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
gulîzer helbest etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

Xet - Gulîzer

Adsız 15 Mayıs 2015 Cuma 15:53

15 Mayıs 2015 Cuma



Xet

Ha li ser xeta dilê te
Nebû li ser xetê
Di nav têldiriyan de.

Gulîzer

yorum | | Devamı...

Nûçe - Gulîzer



Nûçe

Îro
Danê êvarê
Li ser bircan
Li nav Dijleyê
Li ser kelekeke riziyayî
Du kesan sînor talan dikirin
Bi xeyalên xwe
Destên wan di destên hev de.

Gulîzer

yorum | | Devamı...

Malneket - Gulîzer

Adsız 14 Mayıs 2015 Perşembe 17:07

14 Mayıs 2015 Perşembe


Malneket


Birû tên şevê
Bêrîyan didoşim ji pêsîrên wê yên azirî
Bêrîvanim îşev dîsa
Ma te nedigot bila ba name be,
Ji bo silavên me
Ma dengê guharên min ên  hejîrokî jî nayên te malneket


Bîranînan dimijim
Ji serê pêsîrên şevê yên çelhitî
Di bin bîrên bêbinî de
Usiv im îşev dîsa
Ma te nedigot bila ba name be
Ji bo silavên me
Ma bîhna fîstanê min ê peyrûzî jî nayê te malneket

Gulîzer
yorum | | Devamı...

Kêmber - Gulîzer



Kêmber

Terzî bû
dêya min
wê ruhê min bifesilanda
wê qîzeke qîzane bidûrita ji cîvatê re
carekê
ne mexsûs
bi xeletî
ruhê min da ber meqesan
ji wê rojê ve
dil bidim kîjan jiyanê
kêm derdikeve ruhê min
kêmber e
ji vî parçeyî kirasek dernayê
ji jiyanekê re
bi ruhekî pînekirî digerim ez jî

Gulîzer
yorum | | Devamı...

Jana min - Gulîzer



Jana min


(Bejna min qeytan e
                                  hundirê min qîr û qetran e.)

                                            Ji gotinên pêşiyan

Du heb marên reş
Nobedar in li bin siya mijangên min
Ji bo min hînî sebrê bikin
Mexel dikevin li kanîka çavên min
Wextê girî kom dibin
Dibêjin ferman e
Bi çavên min ve didin
Jara reş dilop dilop tê xwarê
Xelk nizane bi jana min
Dibêjin
Çavkilê lêê,
Çavreşê lêê

Min stranên ji tiliyên te diweşiyan
Berhev dikir
Bi berbiska xwe ve dikir
Niha her têlekî porê min
Zarokên ku ji xwêhdana tiliyên te mane
Ji ber xwe dikin
Heta devdelingên xwe di xwîna sor de mane
Xelk nizane bi jana min
Dibêjin,
Porsorê lêê
Porhinneyê lêê

Gulîzer


yorum | | Devamı...

Diyarî - Gulîzer

Adsız 13 Mayıs 2015 Çarşamba 09:28

13 Mayıs 2015 Çarşamba



Diyarî

Qazaxê xwe li min kir, di şeveke sar de
Bêhna wî jê dihat.

Got ku rojekê kevn bû,
Ji hev veke
Ji qîza xwe re bike papik.
Yê ji ber ma jî
Bike tejik
Li navdera deriyê oda xwe raxe.

Ji bo
Her cara tu çûyî û hatî
Bila bêhna laşê min
Bin lingê te ramûse
Bêyî xebera mere te.

Ji "Bûka Baranê" Hatiye girtin

Gulîzer
yorum | | Devamı...

Cîran - Gulîzer

Adsız 10 Mayıs 2015 Pazar 14:38

10 Mayıs 2015 Pazar



Cîran

Hema wek mêvana mal di gund de
Ji bo xwestina şûjinê,
An nanekî tenûrê bi deyn
Li ser lingan, Li navdera dêrî
Bêyî vexwarina çayekê lo;
Li deriyê min bixe
Bi dengekî bêdil gazî min bike
Ji qiriqê qiyame bêje:
                     Cîranê tu çawa yî lêê?


Piştî vê çîroka belqitî
Vê evîna perçiqî
Ew dilê te yê di hesreta min de xeniqî
Bêje: "Tu çawa yî?"
Ez ê li ser eyb û fediya
Bi orf û edetî
Bêjim: "Ez baş im."
Lê wê dilê min ji zû ve
Bi cizbê ketibe
Sîng li xwe anîbe xwarê

           Bi rîtma kilama
         
          Te dil da yeke xerîb
          Ma ez ne ciranê te me.



Ji pirtûka Bûka Baranê


Gulîzer
yorum | | Devamı...

Güz Takvimi

Ayaklarına sürgün yol büyüten
Issızlıklardan gelen bir garip adem'im ben
Kendi içinde kendini arayan.
Herkesin "bizden değildir" diye ufaladığı
Meçhul bir adem.

Uzun uzun bir hikayedir;
Zulüm, kan, gözyaşı
Gecenin kederinde pimi çekilmiş zifiri
Bu çığırtkan sessizlik
Bu yeraltı uykusu...

Uzun uzun bir hikayedir;
Göğsümde çiğnenen bu kalp ağrısı...

Bir yalnız bırakılmayım
Aklımın sınırlara bölüşülmüş coğrafyasında.
Kendime yeni bir ülke düşünüyorum
Umut düşü maviliklerinde...


İletişim;

Ad

E-posta *

Mesaj *

 

Copyright © 2015 Kürt Yazarlar