Di nîvê şevê de ronahiya xwe venemirîne
Qet nebe bikaribim siya te a ser perdê bi hesret temaşe bikim
Û diyariya te ya ku min ji tava havîne qetandîbû
Daynim ser şîmûga te û biçim
Ez bûm mirov, bûm zinar
Di mirov de bûm zinar,
di zinar de bûm mirov
Di hewayê de bûm çivîk,
di çivîkê de bûm ezman
Di seqemê de bûm kulîlk,
di tavê de bûm rûbar
Ew tişta ku di rewayê de dibirîqe
Azadîyek bi biratî, tenê bi biratî