Güncel Başlıklar :
hicri izgören kürtçe etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
hicri izgören kürtçe etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

Bebaran - Hicri İzgören

Adsız 24 Ocak 2015 Cumartesi 13:47

24 Ocak 2015 Cumartesi


Bêbaran

Tune ye navê vê demsalê
Mirin bêhn vedide di soqlîka wê de
Gaveke pêştir jiyaneke bî ye

Di stûyê wê de dewsa kindir maye
Pêsîra wê hejîra xam a baxceyên talanê ye
Heyva çardeşevî bi şîr dadigire çiçiken wê

Di rondikên çavan de diceribîne, xwê ji gwînê nas nake
Hostayê şaşîtiye xeşîmê evînê ye
Bi bîranînan re hevşa dibe
Ji xewnan re dihêle cihê xwe yê herî xewle

Siya xwe di rojan de winda kiriye
Bi qîrînekê ve xwe digire û digerin çûn-hatinen wê
Timî di wê "strana bêhêvî" de dem digire xemgînî
Li baranê digere di pelên salnameyê de
Dizane ¡ixwe navê wê tune ye
Barana wê tune ye ya vê demsalê

Hicri İzgören

yorum | | Devamı...

Bedeng - Hicri İzgören


Bêdeng

Bêdeng dima tu û berf dibariya

Di çavên te de dest pê dikir şevê
Di pirtûkên nîvcomayî de didomiya
Kêreke ko bû roja ku li ser eniya me dihat tûjkirin
Wext awêneyên şikestî bûn

Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û berf dibariya
Rêbendan porê min ê gewrbûyî bû, dicemidîm
Sibat ewladekî bêxêr bû, qaçax bû
Û dûr bû havîn dêyek bû
Şopên adarê li ser bedena min e
Roj wek cêwiyên heman xeberoşkê bûn
Nîsan di porê min de şil dibû tim

Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û baranê dest pê dikir
Em pir li hêviya xwe hiştin
Qet di wextê xwe de nehat Gulan
Pûşper Aram bû ango kesekî wisa bû
Wek dermankirina birînan bû
Belkî Tîrmeh xewnek bû
Tebax bi stêrkan digirt ser şeva me
Gulek di ser sûc de dihat zeftkirin
Îlon qîrînên zarokekî bû

Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û bê dest pê dikir

Wek pelekê rêya xwe windakirî bû Cotmeh
Me xwe bi wexêrî sirgûnan dikir
Gelo yên mayî em bûn an yên çûyî, nedihat zanîn
Mijdar di bê de pêşrewek bû
Û hebekî Itrî
Berfanbar bi dengê xwe dilerizî

Her çi qas wek xewnekê bêhnçikyayî bibuhure jî
Tu demsal bi qasî çavên te
Bêmerhamet bi kar neanî neşter

Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û berf dibariya

Werger: Lal Laleş, Yaqob Tilermenî

Ji pirtûka Bêbaran

Hicri İzgören

yorum | | Devamı...

Botan - Hicri İzgören



Botan

Me li van çiyayan
Deng li dêng zêde dikir
Seyda pezkoviyan dikir

Xwîn xêrat e niha

Bihar ango berf
Hezar dil ji bo gulekê
Tê qurbankirin

Wergerandin: Lal Laleş/Yaqob Tilermenî

Hicri İzgören

yorum | | Devamı...

Kitabe - Hicri İzgören


Kitabe

Ferhat

Ma canek çi ye ji bo canan
Em mirin
Mirin bi xwe jî ne bi heqî bû

Necmî

Rojbûyîn/1960
Ger hûn ji ne/mirinê bawer dikin
Çîroka min ji bilûreke bêziman guhdarî bikin

Leyla

Gulek hebû di berstûyê min de
Min bi xwe kindir xist stûyê xwe ji bîr nekin
Peyva min a dawîn ji bo we xweşik bikin hesretê

Nav Ne Girîng e

Bar giran rê dirêj bû ez têk çûm
Min guleya dawîn ji xwe re hîştibû
Belav  bû artêşên  dilê min
Ji bîr bikin navê min û bibexşînin min

Necmettîn

Bila stêrk dorpêç bikin şevên te
Hêlîpana wê ne girîng e
Min li hidûdekî ku nexşeya wê
Çivîkan derxistiye veşêrin

Îbrahîm

Şeveke wisa bû ku bi xwe feq bû
Deng dêng şikenand di malika xwe de dînûhar bû gule
Destê min di newa min de ma
Negirin ger vekirî mabe çavên min

Kemal

Ne diayan, helbestan bixwînin ji min re
Bi zarokan re werin bi stranan re
Belav bikin bêdengîya goristanê

Alî

Min jî binivisînin li bêşa hêsîran
Gava bêhna cehter û nêrgizan
Bigirin ser bajêr û wan radest bigire

........

wekî din jî yên bêgorîçe hebûn
Dayîkên ku digotin
"Ji bo ku qurnefîlekê deynim ser
li gora kurê xwe digerim"
jî hebûn

Wergerandin: Lal Laleş/Yaqob Tilermenî

Hicri İzgören
yorum | | Devamı...

Macir - Hicri İzgören


Macir

Min hemû azadiyên xwe bi bîhnekê xelas kirin
Ez êdî janekî mahcirim
Mîna ku ez hemû evînên xwe bi şaşî jiya me
Xençerek zingarî me, bêwelat im
Bê rawestan xwîn ji non û kêfxwaşiya min dihere.

Min çiya li hundirê xwe, bahoz di dengê xwe da kolandin.
Her kêlîkeke min êşek e, ku qetlîam tevî bûye
Bedena min zêdahiya şevên Helebçe ye
Nivînên ku ez dikevimê min germ dike
şevên xerîbiya derengmayî ne yên min in
Qêrîn hîç ranawestin di rehên mejiyê min da
Min mîna yadîgerekî kozikan bihesîbine
Yan jî perçeyekî bê çek ji wexta teng.

Her roj koçeke nû destpê dike di dilê min da
Kon radiben, zîn li hespa dikevin
Ew zarokên ku min bi serê wan sond xwariyê
Mîna hespên bezayî, westayî dikevin rê
Xwe bi cîh û deverên nû digîhînin.

Ez niha mîna zivîngeke terkirî bi tenê me
Mîna gunehkarekî ku adet û isûl danê bin lingan
şewatek bi navê huviyetê li ser sînga xwe digerînim
Ez divê gulek lêkim di bin nav û navnîşanê da
Eger rojekê zarokek bixwazi rabirdûya xwe bixwûne
Ew navê min nizanibe jî dibe, lê divê min bibîhîze
Mîna dengê xîçekî din dihûne
Ew bikaribe bibêje, ev deng ê min e, ev ez im.

Dîsan mitrib di peldana xwîna min da lêdixe
Ez êdî westiyam jiberkirina şîkestan
Ez êdî divê stranên nû ji bo xwe peyda bikim
Dest bi evînên nû, gerên nû bikim
Yan na, wê tarîx her tim min şkestî û bindes bihesîbine.

Wegerandin:?

Hicri İzgören
yorum | | Devamı...

Güz Takvimi

Ayaklarına sürgün yol büyüten
Issızlıklardan gelen bir garip adem'im ben
Kendi içinde kendini arayan.
Herkesin "bizden değildir" diye ufaladığı
Meçhul bir adem.

Uzun uzun bir hikayedir;
Zulüm, kan, gözyaşı
Gecenin kederinde pimi çekilmiş zifiri
Bu çığırtkan sessizlik
Bu yeraltı uykusu...

Uzun uzun bir hikayedir;
Göğsümde çiğnenen bu kalp ağrısı...

Bir yalnız bırakılmayım
Aklımın sınırlara bölüşülmüş coğrafyasında.
Kendime yeni bir ülke düşünüyorum
Umut düşü maviliklerinde...


İletişim;

Ad

E-posta *

Mesaj *

 

Copyright © 2015 Kürt Yazarlar