Ditirsim
Tu dibêjî ez ji baranê hez dikim,
Dema baran dibare
Tu sîwana xwe vedikî.
Tu dibêjî ez ji tavê hez dikim,
Dema roj dibiriqe
Tu li siyekî digerî.
Tu dibêjî ez ji bayê hez dikim,
Dema ba tê
Tu pacêyên xwe didicî.
Ez jî ditirsim, ji ber ku;
Tu dibêjî ez ji te hez dikim…
William Shakespeare
Wergerandina ji tirkî: J. Alpîranî
Yorum Gönder