Güncel Başlıklar :

Were - Gulîzer

Unknown 15 Mayıs 2015 Cuma 15:49



Were

Jiyan wek xuşexuşa çemekî lewitî ye
Kî bê qilêr jê filitiye
Ka de were
Em gunehên xwe bi hev bişon

Evîn wek bêdengiya qesreke şewitî ye
Kî bê birîn ji vê xewnê filitiye
Ka de were
Em birînên xwe bi hev bişon

Gul wek sêwiya li ber çeman hîna jî tî ye
Kî bê çilmisandin ji bendemayinê filitiye
Ka de were
Em ê bêriyên xwe bi hev bişon

Gulîzer

Sosyal Medya :

Yorum Gönder

 

Copyright © 2015 Kürt Yazarlar