Nakokî
a
her çiqas
li hêlekî stêrkan bihijmêre jî li rûyê ezman
lê hîn li hêla din tetikên cemidî dikşîne
di vê sedsalê da destên însanan....
I
teknolojî
ew teyrên ebabîl ên ku bi nikîlên xwe
kevir li ser zilmê da direşand,
di nava rûpelên pirtûkên pîrozî da veşartî man
û
niha her roj di teyaran da tovên mirinê
tên reşandin li ser axa welatê min…
televîzyon
televîzyon bûye makîna derewan
di destên kiryarên şerên qirêj da,
ew îdî rojeva xwe bi hijmara kuştiyan
û
bi bazirganiya goştên jin û mêran dide kivşkirin
rojname jî di kuçan da
ji bo niximandina meytan tên bikaranîn
û ji bo ku ev tarîtiya li ser vê erdnîgarî bibe bêdawî
xwîn vedirişin qelemên nivîskaran
û
ji ber vê yekê ye
li ser axa welatê min
kaltî û pîrtî
îdî wêneyên
reş û spî ye
di çarçevên
cam şkestî da
II
têkilî
li vir
cî kî xwîn pekiyaye ser xewnan
evîn
wek
pîsperikek
perşkestî
û
emirkine
û ew evîndarên ku di şevên tarî da
dest didan dest hev û digeriyan, neman
li vir
îdî dem bûye dema
hevaltiyên bêbingeh
hezkiriniyên rojane
û hevşabûnên xapînok
li vir
ji ber ku
îdî însan
tênêtiya xwe
tenê bi siya xwe ra parvedike
kovaniya hemdemî
wek nexweşiyek bêderman
ketiye nava dilan
û
ji ber vê yekê ye
niha li vir
her şev
pîrçemok
derdikevin
mêvaniya
stêrkan
III
Non
non ji xwe zûda ji hundirê kevir derketiye
ketiye lûlên tifingan
û meydanên kesk
podyomên rengîn
û destên durûyan
û
ji ber vê yekêye
sergoyên bajaran
bûye
deriye
ziktêriye
ji bo zarokên
xizanan
B
û her çiqas
kevok hatibin kedî kirin jî
le hîn bazên şerûd ên ku ji çiya yên asê hezdike
û eyloyên qure û kuvî jî difirin li bilindahiyan…
J. Alpîranî
Yorum Gönder