Malneket
Birû tên şevê
Bêrîyan didoşim ji pêsîrên wê yên azirî
Bêrîvanim îşev dîsa
Ma te nedigot bila ba name be,
Ji bo silavên me
Ma dengê guharên min ên hejîrokî jî nayên te malneket
Bîranînan dimijim
Ji serê pêsîrên şevê yên çelhitî
Di bin bîrên bêbinî de
Usiv im îşev dîsa
Ma te nedigot bila ba name be
Ji bo silavên me
Ma bîhna fîstanê min ê peyrûzî jî nayê te malneket
Gulîzer
Yorum Gönder