Güncel Başlıklar :

Her Şev - Husên M. Hebeş

Unknown 26 Mayıs 2015 Salı 01:23

Her Şev



Her şev ez li wir im
Li ber deriyê bajêr
Li ber deriyê gund
Li ber deriyê malê…
Roj baş dayê
Roj baş rojên çûyî
Roj baş zarokooo
Ma tu ne ez im…?

Her şev xewnên min
Diherikin nav çeman
Çemê Efrînê
Çemê Şiyê
Û çemokê Kilisiyê.


Her şev li ser sînoran
Têm binçav kirin
Têm girtin,
Têm kuştin.
Lê..
Her şev
Ez
Li
Wir im
Tim li wir im.

Husên M. Hebeş
Sosyal Medya :

Yorum Gönder

 

Copyright © 2015 Kürt Yazarlar