Ana Sayfa »
eliyê şerîetî
,
eliyê şerîetî şiirleri
,
kürt yazarlar
,
kürt yazarlar kimdir
,
kürt yazarlar şiirleri
,
sözler
,
şiirler
» Çi Me Ez? - Eliyê Şerîetî
Çi Me Ez? - Eliyê Şerîetî
Unknown 11 Nisan 2015 Cumartesi 16:44
Çi Me Ez
Di hembêza sed dek û dolabê de efsaneyeke bêdeng
ji işweya bayê hênik, toza dek û dolabê xwarî
li pişt her derdê kenekî, dijwariyeke razayî
di dilê şevên daristanekê, razeke veşarî.
Çi me ez?
Feryadên berz bi zincîrê girêdayî
nêrîneke sosret a dînîtiyekê, a tev li bîranînan bûyî
jehra dawerivî, ji bin diranê sed umîdî
dijûna nizm a ji devê qehbikeke nebaş a rojgarê ketî.
Çi me ez?
Bermayeyê karwanê sivikbar ê daxwazê
xwelî û ariya li riyekê
çivîka derbider a ku riya hêlînê windakirî
di şeveke tarî.
Ez çi me?
Lekeyeke şermizariyê li pêşa jiyanê
ji şermizariya jiyaneke aloz a tûmanekî
nalîneke şkestî di gewriya bêkesekî
raza negotî û sirûda nexwendî.
Ez çi me?
.......................................
.................................
............................
.....................
Ez çi me?
Devbikenê pir melûl ê payîzeke rofirînê
di lêgerîna şevê ...
Pûsiyeke ku ketiye ber lepê şeva jiyanê
bê nav û bê nîşan
dilxwazê dîtina tava mirinê.
Gulan 1960
Eliyê Şerîetî
Alakalı Başlıklar;
Sözcükler anlamını yitirmez, insanlar anlamını yitirir sözcüklerde. Ozan Deniz Sarıtop
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Yorum Gönder