Güncel Başlıklar :
Ana Sayfa » , , , , » Dema tu bêdeng dimînî - Atilla Barişer

Dema tu bêdeng dimînî - Atilla Barişer

Unknown 1 Şubat 2015 Pazar 09:22


Dema tu bêdeng dimînî

Dema tu bêdeng dimînî
Têne girtin hemû deriyên min
Dikişe ser çavên min
Sirgûyên hesin yên tenêtiyê
Paşê tarî
Mezin dibê valahiya bê terîf
Tunebûnek wisa ku
Nikarim bêjim
Ku balîfa xwe hildidim
Dilê min dibe koçber
Ber bi merîdyenên herî dûr
Lê naçim dimînim
Çûyîn bırina kûr
Neçûyin şûr
Kengê tu bêdeng dibî
Dilê min dibe tendûr

Atilla Barişer
Sosyal Medya :

Yorum Gönder

 

Copyright © 2015 Kürt Yazarlar