Çavên Te
Çûyînên dûrin çavên te.
Li bendê mayînên bi hisretî.
Sermaya Serhedê, berfa belek
Qulingên Behra Wanê, keştî, kelek
Egalên fîrar, cerdên siwaran
Hespên kumêt, sozên mêran
Heval û hogir, bav û bira
Dîwana mîra
Simêlên mehkuman, bêrî
Sûka Amedê, guhara heyderî
Êvara xwedê, gundên şewitî
Şeva xalî û bêdeng
Rêyên girtî, xaniyê bê derî
Nazik, nazdar, şirîn û rihan
Êşa zirav, birîna kûr, derba giran
Ûrtê qeliyayî, bextê romê, xeyala xam
Hêvî, azadî, jîyan…
Tu bi ku de diçî, ji ku derê tê?
Çûyînên dûrin çavên te
Çavên te binê xetê
Bi biryarim
Ezê di bûka çavên te de ava bikim vî welatî.
Atilla Barişer
Yorum Gönder