9 Haziran 2015 Salı
Ji gurminiya daristanan
Min ji te re gustîlek çêkir ji perê kevokê,
Gustîlek bada ji bêjeya biminê di xweşîyê de.
Min gustîlek çêkir kivş û nekivş,
Ji dengê gramafoneke kevnar.
Gustîlek ji bo tiliya te ya piçûk.
Ji şopa stêrka şeva bêewr de dixurîcî.
Min gustîlek çêkir, gustîlek xwêdayî,
Ji xêza heyatê a ku kefika destê xwe.
Gustîlek sifir a ku dizane bişewite,
Ji têla karebayê tine mala min.
Min gustîlek çêkir ji te re, gustîleke,
Ji gurminiya daristanan a ku bi salan e nasekine.
Metin Altiok
Ana Sayfa

Ana Sayfa