Güncel Başlıklar :
husên m. hebeş şiirleri etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
husên m. hebeş şiirleri etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

Eger ko tu rojekê rastî jineke xemgîn hatî! - Husên M. Hebeş

Adsız 26 Mayıs 2015 Salı 01:19

26 Mayıs 2015 Salı



Eger ko tu rojekê rastî jineke xemgîn hatî!

Eger ko tu rojekê
Rastî jineke xemgîn hatî
Jê re nebêje:
Xweda bi te re be...
Xweda alîkar be...
Xweda te ji xemgîniyê rizgar bike...
Na,
Na wisa nebêje!

Bi dilekî germ
Wê himbêz bike
Û jê re bi dizî bibêje:
Tu jina herî bedewî di cîhanê de
Û çavên te xweştirîn çavên jinan e
Û gava tu bikenî
Gulên kenê te dê li hemû deveran
Bipişkivin.

Tu yê bibînî ko çawa evîn
Di rûyê wê de dê vebirûse
Û çawa giyanê wê dê geş bibe
Û çawa ewê xemgîniya xwe
Bi lez ji bîr bike.

Husên M. Hebeş
yorum | | Devamı...

Diyarî - Husên M. Hebeş



Diyarî

Her şev
Di tenahiya xwe de
Li ser pişta malê
Stêrk
Yeko
Yeko
Ji ezmên jêdikirin
Û gerdenekî ji ronahiyê jê çêdikir
Bi sibehê re
Diyarî te dikir.

Husên M. Hebeş

yorum | | Devamı...

Çend helbest ji nişteciyên xewnan re - Husên M. Hebeş



Çend helbest ji nişteciyên xewnan re


Ehmedê Xanî

Min Mem û Zîna xwe nivîsand
Tenê ko ji we re bibêjim:
1- Hayê we ji bekoyan hebe.
2- Ramanên kewan ji mejiyê xwe bavêjin.
3- Bila evîn di nav we de
Dara herî bilind be.
Ez
Ehmedê
Xanî
Me
Çima hûn guhdarî min nakin?!

Federico Garcia Lorca

“Ez li kujerê Lorca digerim„

H. Bedirxan

Zengilên xaçexanan lêdiketin
Çejnên rengîn ji perrên çivîkan diweşiyan
Berfeke nazik, nerm... nerm dibarî
Di nav rihê berfê de.
Kenekî
Spî,
Spî..
Wek xewneke tenik vedibû.

Lorca serê xwe ji çemên peyvan derdixist
Û li ser valahiya asoyan
Helbesteke wek "stranên qereçiyan" dinivîsand
Û di guhên ezman de sê caran digot:
“Ko ez mirim bihêlin balkona min vekirî bimîne…„

Lê her tişt wek hunereke vala bû,
Leylan bû,
Sîber û sîtav û hilweşandin bû,
Herifandin û qelişandin bû...
Ne zengilên xaçexanan lêdiketin
Ne jî çejinên rengîn ji perrên çivîkan diweşiyan.
Ne berf û ne jî kenê spî dibarî...
Ne.. tiştek
Ne.. tiştek!

Di şeveke tarî de
Bê heyv
Ne çire û ne jî çirûsk
Laşê Lorca par û talan kirin.

Cîhan paşkûnkî diçû,
Bervaca dikeniya
Rengên goristanan seriyên xwe hildidan.
Di wê şevê de
Giyanên kevokan li ser sîvlekên malên Spaniyan dixeniqîn...
Di wê şevê de
Heyv û stêrk kelûgirî bûbûn, matmayî mabûn...
Di wê şevê de
Şev nifirek mezin bû.

Lê rodanka helbesta Lorca hîn û hîn
Evînê dide Dilên evîndaran
Evîndarên wek:
Ba,
Berbang,
Buhar,
û baranê..
Evîndarên wek:
Pelên zeytûnan
Û
“Stranên qereçiyan„ yên ji dûr û kûraniya
Dilan ve diherikin.

Yanîs Rîtsos

Her ko helbestek dinivîsand
Bêriya nivîsandina yeke din dikir
Ji ber wê jî
Ew ji zîndanekê dibirin zîndaneke din
Û ji bajarekî surgûnî bajarekî din dikirin.
Ji ber wê jî
Xewnên wî ji cihekî difiriyan cihekî din
Û helbestên wî dibûn
Av, agir û ba…
Aso himbêz dikirin
Stêrk nêzîkî hevdû dikirin
Û azadî, avîn, jîn...
Di dilan de bihêz dikir
Ji ber wê jî
Ew evîndarekî bê dawî bû
Ji ber wê jî
Em helbestên wî bi hanasên
Dilên xwe dixwînin.
Û di mejiyên xwe de dimeyînin...

Fernando Pessoa

Tîp mistdidan
Peyv jê difirîn
Peyv mistdidan
Hevok jê difirîn
Hevok mistdidan
Helbest jê difirîn
Helbest mistdidan
Pirtûka jiyanê
Tijî evîn dibû.

Aimé Césair

Birako...
Em jî weke we ne
Ji şahiyê tenê şînê dizanin
Ji aramiyê tenê girî dizanin
Û ji evînê tenê keseran dikşînin.

Birako...
Em jî weke we ne
Hûn reşik in
Lê dilê we spiye weke berfê
Em spî ne
Lê bextê me reşe weke komirê

Birako...
Ji serdanan
Em tenê serdana goristanan dizanin
Ji çûndinan
Tenê çûndina ser miriyan dizanin
Ji seyranê
Tenê seyrana li ser çiyan dizanin!
Û ji “gerê tenê
Mişaxtê û ji cih hilbûnê dizanin„

Birako...
Em bi hemû tiştan weke hev in
Weke hev in
Ma ne wisa ye!?

Husên M. Hebeş

yorum | | Devamı...

Güz Takvimi

Ayaklarına sürgün yol büyüten
Issızlıklardan gelen bir garip adem'im ben
Kendi içinde kendini arayan.
Herkesin "bizden değildir" diye ufaladığı
Meçhul bir adem.

Uzun uzun bir hikayedir;
Zulüm, kan, gözyaşı
Gecenin kederinde pimi çekilmiş zifiri
Bu çığırtkan sessizlik
Bu yeraltı uykusu...

Uzun uzun bir hikayedir;
Göğsümde çiğnenen bu kalp ağrısı...

Bir yalnız bırakılmayım
Aklımın sınırlara bölüşülmüş coğrafyasında.
Kendime yeni bir ülke düşünüyorum
Umut düşü maviliklerinde...


İletişim;

Ad

E-posta *

Mesaj *

 

Copyright © 2015 Kürt Yazarlar